• BIST 104.123
  • Altın 145,971
  • Dolar 3,4910
  • Euro 4,1702
  • İstanbul 19 °C
  • Adıyaman 15 °C
  • Ankara 7 °C

Bİ TİLİYÊ XWE HİNÎ QUR'ANA PÎROZ DİBİN

Bİ TİLİYÊ XWE HİNÎ QUR'ANA PÎROZ DİBİN
Li Kuçukçekmeceya navçeya Stenbolê ji bo kesên ku çavên wan nabînin kursa Qur'anê hat vekirin.

Li Kuçukçekmeceya navçeya Stenbolê ji bo kesên ku çavên wan nabînin kursa Qur'anê hat vekirin. Li kursa Qur'anê ya Xortên Çamlikaltiyê gelek zarok ji bo hafiztiyê jî tên perwerdekirin.

Kursa ewil li Halkaliyê di sala 2012an de hatibû vekirin, paşê jî ji bo kesên çavê wan nabînin di sala 2014an de yeka din jî hat vekirin.

Li kursê ewil bi elifbêya Brailleê va Qur'an tê hînkirin û paşê jî bi tirkî û erebî xwendin û nivîsandinê nîşanî xwendekaran didin. Li kursê niha 10 xwendekarên ku çavên wan nabînin ji bo hafizêyê perwerdeyê dibînin.

Der barê kursê da Midûr Sînan Tunç daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got wan cara ewil di sala 2014an de bi 38 xwendekarî dest bi perwerdeyê kir. Tunç got ku ev perwerdeya ewil gelekî baş derbas bû û wiha dewam kir:

"Me lêkolîn kir û dît ku li Tirkiyeyê ji bo kesên çavên wan nabînin zêde kurs tunene. Me planek kir û dest bi perwerdeyê kir. Kursa me her havînê vekiriye û em ji hemû aliyê Tirkiyeyê jî xwendekaran qebûl dikin. Yên ku dixwazin bibin hafiz jî em perwede dikin. Em ji bilî perwerdeya Qur'anê fealiyêtên sporê jî dikin."

Halîl Karabacakê 13 salî yê ku dixwaze bibe hafiz got ku wî di sala 2014an de dest bi kursê kir û wiha axivî:

"Niha piçek maye ku ez bibim hafiz. Xwendina Qur'anê gelekî xweş e. Bi saya xwendinê dilê min rehet dibe. Ez dixwazim bibim mamosteyê kursa Qur'anê."

 

 

  • Yorumlar 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr