• BIST 106.239
  • Altın 161,321
  • Dolar 3,8713
  • Euro 4,5671
  • İstanbul 15 °C
  • Adıyaman 12 °C
  • Ankara 8 °C

Çaremîn Danîşîna Doza Yasîn Boru Sibê Ye

Çaremîn Danîşîna Doza Yasîn Boru Sibê Ye
Çaremîn danîşîna doza der heqê kuştina Borude dê sibê li Enqereyê were dîtin.

Li Diyarbekirê di 6-7ê Cotmeha 2014an da di xwepêşandanên bêdestûr ên ku bi hinceta qewimînin li Kobanêyê rû dabûn da Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hesen Gokgoz hatibûn kuştin. Çaremîn danîşîna doza der heqê kuştina wan da ku 21 jê girtî 34 berşik tên darizandin dê sibê li Enqereyê were dîtin.

Çaremîn danîşîna dozê ku ji ber sedemên ewlekariyê neqlê Enqereyê kiribûn, dê li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were kirin.

Di danîşîna beriya vê da wekî gilîdar beyana dayika Yûsif Erê ku di bûyeran da birîndar bibû û ya dayika Yasîn Boru, ya Ahmet Dakak, ya Riyat Guneş û ya Hesen Gokgozê maqtûl hatibûn wergirtin. Di danîşînê da teleba tehliyeyê ya parêzerên berşikên girtî hatibû redkirin û biryara rewşa girtî ya berşikan dabû.

Îdianame

Di îdianameyê da seba berşikan ji ber sûcê ku herçar kuştî "bi hestên cinawirane û bi eziyetê" kuştin, 4 caran, ji ber sûcê "têkbirina yekbûna dewletê û hevrabûna welat" carekî bi tevahî 5 caran sûcê hebsa muebetê tê xwastin. Herwisa di îdianameyê da ji ber birîndarbûna Er jî tê xwastin ku ceza bidin berşikan.

caremîn-danîsîna-doza-yasîn-boru-sibê-yeee.jpg

 

  • Yorumlar 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr