• BIST 83.675
  • Altın 250,056
  • Dolar 6,1048
  • Euro 6,8129
  • İstanbul 22 °C
  • Adıyaman 27 °C
  • Ankara 19 °C

CİNAZEYÊN 2 WELATİYÊN TİRK KU Lİ SRİ LANKAYÊ MİRİN ANÎN TİRKİYEYÊ

CİNAZEYÊN 2 WELATİYÊN TİRK KU Lİ SRİ LANKAYÊ MİRİN ANÎN TİRKİYEYÊ
Cinazeyên 2 welatiyên Tirk ku li Sri Lankayê di êrîşên terorê yên dijî otêl û dêran da mirin anîn Tirkiyeyê. Cinaze îro dê ji Stenbolê bişînin Adiyemanê

Cinazeyên herdu welatiyên Tirk Serhan Selçuk Nariçi û Ali Çavuş ku li Sri Lankayê di êrîşên terorê yên dijî otêl û dêran da mirin, anîn Tirkiyeyê.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, cinazeyên 2 endazyarên welatiyên Tirk ku li Sri Lankayê di êrîşên terorê da mirin, anîn Tirkiyeyê

Çavkaniyan herwiha ew agahî jî parve kir ku cinaze îro ji Stenbolê dê bo Adiyemanê bên şandin.

Li Sri Lankayê roja yekşemê li dêra St. Anthony's a li Kochchikadeyê, li dêra St.Sebastian a Katanayê, li dêreke Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Colomboyê êrîşên bibombe hatibûn kirin.

Piştî van êrîşan li banliyoya Dehiwalayê û li banliyoya Dematogoyê yên li paytext Colomboyê jî teqîn çêbûbûn. Meqamên Sri Lankayê daxuyandibûn ku di êrîşan da 310 kes mirin û ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûn ku di navê da herdu endezyarên Tirk ên bi navê Serhan Selçuk Nariçi û Yigit Ali Çavuş jî hene.
aw683983_09.jpgaw683983_07.jpgaw683983_06.jpgaw683983_01.jpg

  • Yorumlar 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr