• BIST 109.330
  • Altın 155,894
  • Dolar 3,8638
  • Euro 4,5501
  • İstanbul 16 °C
  • Adıyaman 7 °C
  • Ankara 3 °C

'Dayîka Fedakar' Jî Dê Beşdarî Resepsiyonê Be

'Dayîka Fedakar' Jî Dê Beşdarî Resepsiyonê Be
li Sêrtê bi fedakariyeke mezin li 6 zarokên xwe yên astengdar mêze dike...

Hanîfe Tuz a ku li Sêrtê bi fedakariyeke mezin li 6 zarokên xwe yên astengdar mêze dike jî dê beşdarî resepsiyona 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî ya ku dê ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va were dayîn, be.

Hanîfe Tuz a ku par Anadolu Agencyê bi boneya Roja Dayîkan va nûçeya wê bi sernava 'bi fedakariyeke mezin li şeş zarokên xwe yên astengdar mêze dike', belav kiribû jî ji bo resepsiyonê hat vexwendin.

Tuzê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku Serokomar Erdogan di Roja Dayîkan da ji wê ra name û kulîlk şandin.

Tuzê got ku wê di xewna xwe da Erdogan dît û wiha xeberda, "Di xewna min da Erdogan dihat dîtina min. Ê ku ew anîbû cem me, alimekî muhîm ê herêma me bû. Erdogan derdiket ser baniyê me û lawa ji Xwedê dikir. Du roj piştî xewna min, ez hatim vexwendin, pir kêfxweş bûm."

"Em bi saya Erdogan gihan van rojan"

Tuzê got ku çendîn sal berê bi saya Erdogan astengdar gihan meaşekî û bi vî awayî derdê wanê debar û derbasiyê paş da ma.

Tuzê axaftina xwe wiha domand, "Erdogan bavtiya feqîr û fûqara, zarokên êtîm, sêwî û mezlûman kir. Em xêra wî dikarin hêsayî parîkî nan bixwin, ez kincên paqij li zarokên xwe dikim."

dayîka-fedakar-jî-dê-besdarî-resepsiyonê-beee.jpg

 

  • Yorumlar 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr