• BIST 108.747
  • Altın 144,684
  • Dolar 3,4986
  • Euro 4,1224
  • İstanbul 23 °C
  • Adıyaman 28 °C
  • Ankara 19 °C

Hemreş Reşo (Hamdi TURANLI) (z. 1939 − m. 2003)

Hemreş Reşo (Hamdi TURANLI)  (z. 1939 − m. 2003)

                 

siyasetmedar û nivîskarekî kurd e.
                Hemreş Reşo li  11'ê sibatê sala 1939'ê li gundê Saqo'yê li qeza Kolik ê ku li nav herêma bajarê Semsûrê ye, hatiye dunyayê. Dibistana destpêkî û navînî li Kolikê xwendiye. Kolêja Amerîkî li bajarê Cesaria'yê (Kayserî) biriye serî. Di navbera salên 1957-1960'î de li Stanbolê xwandina xwe ya lîse'yê kiriye. Di salên 1961-1963'yî de jî, li Enqerê xwendina zankoyî (unîversîte) ya Ankara Hukuk Fakultesi biriye serî.
               
Di sala 1963'yî de hatiye Swîsrê û paşê ji wir jî derbasê Elmanya'yê bûye. Di navbera sala 1967-1975'ê de jî li zankoya Berlîn'ê xwandina aboriyê (ekonomî) kiriye.
Piraniya jiyan û têkoşîna watedar a rewşenbîr û siyasetmedarê kurd mamoste Hemreş Reşo, ji bo vejandin, pêşvexistin û parastina ziman û çanda kurdî bûye.
Hemreş Reşo van salên xwe yên li dîasporayê ku tam 40 sal dike, bi tevayî di riya pêşvexistin û parastina çand û zimanê kurdî de buhurandiye. Ji me re sê kovarên kurdî yên di dîroka çand û zimanê me de, her yek bi serê xwe sê dîmen û bihnên geş û xweş in, pêşkêş kiriye;
                Doz û têkoşîna Hemreş Reşo'yî, xebata wî ya di warê çand û zimanî de, di dîroka xebata li derveyî welêt, gavên pir ber bi pêş de ne û di dîroka ziman û çanda kurdî de wê her dem xwedî ciyek herî diyar be.
               
Hemreş Reşo di roja 27'ê kanûnê sala 2003'yî de li bajarê Dîsburg'ê li Elmanya'yê koçê dawiyê kiribû.
Bilûrvan
Serxwoş im bi ava çiyan
Rê vekin ezî bi lez im
Bi girîna xûçk û diyan
Dîn bû me berjêr dibez im.
Lêxe bilûra xwe bilûrvan
Belave pez, nemaye şivan.
Divê bo kêrê be berxê nêr
Min berdin gurên bêbav!
Ev e hat roja xortên mêr
Nema dixapin bi şurên xa.
Lêxe bilûra xwe bilûrvan
Belave pez, nemaye şivan.
Tikaye şivanê delal
Berde wê banga lorikî!
Mij û avê bike zelal
Daxwaza min e Ronakî.
Lêxe bilûra xwe bilûrvan
Belave pez, nemaye şivan.
Min bibore ketim derengî
Rêberê hêja ez benî
Nema deiqetim li kêrî
Dest bi xiroşmêke ez gorî!
Lêxe bilûra xwe bilûrvan
Me dilxweş bike, tu vî Şivan.
Hemreş Reşo
  • Yorumlar 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr