• BIST 109.330
  • Altın 155,622
  • Dolar 3,8638
  • Euro 4,5501
  • İstanbul 16 °C
  • Adıyaman 10 °C
  • Ankara 0 °C

Jîyana Melayê Cızîrî

Jîyana Melayê Cızîrî
Navê Melayê Cizîrî yê rastî Mele Ehmed e. Di derb

 Navê Melayê Cizîrî yê rastî Mele Ehmed e. Di derbarê rojbûna wî de gelek gotegot hene. Li gor ku ew di helbesta xwe de dîyar dike, lı gor salname ya hîcrî 974’an de li Cizîra botan hatîye dinê. Li gor salname ya mîladî ev dibe 1566.


Melayê Cizîrî ji eşîra botîya ye. Navê bavê wî Muhamed e. Ew jî di wextê xwede, di nav malbateke odlar(dîndar) ku di nav kurdan de dihat naskirin de mezin bûye. Mamosteyê melayê Cizîrî yê yekemîn bavê wî ye. Paşê jî li gelek deverên kurdîstanê xwendina xwe didomîne. Li cihê weki Amed ,Çewlik,Heskîf û hwd, xwendevanîyê dike.
Îcazeta xwe ya melatiyê li Amedê ji cem mele Taha digre. Demeke dirêj li gundê Sirba ê grêdayi Amadê melatîyê dike.Di pey sirba û Heskîfê, diçe cihê ku lê ji dayik bûye Cizîra Botan. Melayê Cizîrî heta dawiya jiyana xwe li Cizîra Botan dijî.
Melayê Cizîrî , şêwirmendîya mîrê botan mîr Şerefxan dikir.îmamedin beg (Şerefxan)pir qedir û qîmet dida melayê Cizîrî.
Berhema melayê Cizîrî ya bi nav û deng, dîwana wî ye. ji xeynî dîwana wî , hinek helbestên, di nav gel de tên gotin, têkilîya wan bi melayê Cizîrî ve tê danîn (girêdan). Melayê Cizîrî weke ‘’pîrê evînê’’ dihat naskirin.
Dîwana Cizîrî ji bo wêjeya Kurdî dewlemendiyek e pir mezin e.Her beşek Dîwana seyda bi tena serê xwe, wek kanî ya hûnerê ye. Di dîwana Melayê Cizîrî de bi gişkî 140 helbest hene. Ji van helbestan teqrîben 80 xezel, 13 qesîde, 12 murebba, 1 muxemmes, 1 texmîs, 1 mustezat, 2 muesser, 27 bend muselsel in ku ev tercî'î bend û terkîbî bend, 16 çarîn û 2 yekane û 2 dane berhev, tê de ne. Melayê Cizîrî di helbestên xwe de weke helbestvanên dîwanê ji bo xwe mexles bi kar anîne û mexlesên ku Melayê Cizîrî bi kar anîne ji bilî navê wî yê pîroz Ehmed, didu ne; Mela û Nîşanî.

Ji dîrokê û felsefe yê, Tîmûr, barbarîya Cengîz xan, ji teorîyên Sokrat û astronomiyê heta derbarê lebata gerdûnê de gellek helbest nivîsiye.
Mela, di helbestên xwe de; Erebi, Farsî û pir hindik ji Tirkî bi kar anîye. Disa jî helbestên xwe bi zimanekî dewlemend nivîsiye. Di gelek helbestên xwe de cih daye gotinên pêşîyan û biwêjên kurdî. Melayê Cizîrî nêzîkî 1500 gotinî nivîsîye û pirê van gotinan bi kurdî ne. Di berisînên Melayê Cizîrî û feqiyê Teyran de em fêhm dikin kû di 1631’ê de li Cizîrê ne . Dîwana xwe jî wê salê diqedîne. Feqiyê Teyran di helbesta xwe ya bi navê ’ îro girya me tê ‘ de mirina Melayê Cizîrî hêvotin dike. Li gor vê di salnameya hicrî de 1050, li gor salnameya mîladî di 1640’ î de diçe ser dilovaniya xwe. Di derbarê wefata Melayê Cizîrî de gelek rîvayet hene. Gora Melayê Cizîrî li Cizîra Botan li medresa sor e. 
  • Yorumlar 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr