• BIST 100.072
  • Altın 140,898
  • Dolar 3,5075
  • Euro 3,9125
  • İstanbul 28 °C
  • Adıyaman 30 °C
  • Ankara 18 °C

Nizamiyê Serokê Cemeat-î Îslamî Hat Darvekirin

Nizamiyê Serokê Cemeat-î Îslamî Hat Darvekirin
Li Bangladeşê Nizamiyê Serokê Cemeat-î Îslamê hat darvekirin.

Li Bangladeşê Motîur Rehman Nizamiyê Serokê Cemeat-î Îslamê yê di mixalefetê de yê ku dadgeha sûcên şer a ku hikûmetê ava kir de dihat darizandin hat darvekirin.

Nakîbûr Rehmanê kurê mezin ê Nizamî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku rayedarên Girtîgeha Navendî ya li Dakkayê telefonî wî kirin û xeber danê ku bavê wî hatiye darvekirin.

Rehman bangî mensûbên Cemeat-î Îslamî kir ku bi îtidal bin û got ku "Em wek endamên malbatê hewl didin ku bimetanet û hêzdar bin. Ji bilî sebirkirinê tu çareyekî me yê din tune. Em wisa bawer dikin ku bavê me şehîd ketiye. Em ê ew rêya ku wî nîşan daye de bimeşin. Ez bangî hemû misilmanan dikim ku ji bo bavê min dia bikin."

Li Bangladeşê Cemeat-î Îslamî jî di nav de 18 partyên mixalefetê ji ber tehdeyên hikûmetê hincet nîşan dan ku li welêt atmosferekî azad tune hilbijartina ku di serê sala 2014an de hatibû kirin boyqot kiribû. Tenê Yekîtiya Awamî ya di îqtidarê de û 7 partiyên ku piştgirî didin wan beşdarî hilbijartinan bibûn û parlementer derxistibûn.

Serokomar Erdogan biryar şermezar kiribû

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li merasima vekirina komî û avahiya xizmetê ya Şaredariya Eyubê ya roja înê de gotibû ku "Li Bangladeşê der heqê mucahîdekî 75 salî, yê em bawer dikin ku tu gunehên wî tune de biryara darvekirinê hatiye dayîn, em wê zihniyeta ku der heqê wî de biryara darvekirinê daye şermezar dikin. 

nizamiyê-serokê-cemeat-î-Îslamî-hat-darvekirinnn.jpg

 

  • Yorumlar 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr