• BIST 109.073
  • Altın 145,075
  • Dolar 3,4999
  • Euro 4,1284
  • İstanbul 25 °C
  • Adıyaman 37 °C
  • Ankara 25 °C

Salvegera Şehadeta (Winda Bûna) Fidan Güngör e!

Salvegera Şehadeta (Winda Bûna) Fidan Güngör e!
Fîdan pêşeroj hesab dikir, çavê wî li pêşerojê bû. Fîdan xwedan hişmendî û zanyariya sîyasî jî bû. Hez dikir li her qada jiyanê Misilman pêş bikevin.
Nozdeh sale Milletê Kurd yê Misilman ji vî serokê xwe mehrûm e.
Fîdan pêşeroj hesab dikir, çavê wî li pêşerojê bû. Fîdan xwedan hişmendî û zanyariya sîyasî jî bû. Hez dikir li her qada jiyanê Misilman pêş bikevin.
Ew ji nav gelê xwe derketibû, şev û roj ji bo Misilmana û doza Îslamê dixebitî. Dildar û zehmetkêşê riya Xwedê bû.
Emrê xwe gorî kiribû ji bo “nifşek pêşeng”, tevgerek Kurdistanî û Îslamî. Ji bo kadroyên xwedan şuur, pêşeng, xwenda, alim û zana...
Xebatên wî û hevalên wî yên ji dil û samîmî îro bo me serbilindiye. Li ser hind astengî, zordarî, zulm û zehmetiyan; hej neha jî însan li dûv riya ku Fîdan vekirî diçin û heta mirinê jî wê biçin, bi izneha Rebbê Alem ê...
Fîdan pêşeroj hesab dikir, çavê wî li pêşerojê bû. Fîdan xwedan hişmendî û zanyariya sîyasî jî bû. Hez dikir li her qada jiyanê Misilman pêş bikevin. Xwudan tez bin û aktîf bin. Paş de nemînin û nebine antî tez. Ronahiya Îslamê bêxine nav civaka xwe, bi derdê wan xemgîn bin û kêfxweşiya wa li cem wan bin.
Dewleta Tirk ya li ser zilm û zoriyê ava bûyî, li gel hêzên tarî yên ku gel dewletê dixebitîn gelek Misilman kuştin. Fitne, birakujî û qirêjî êxistine nav civaka Misilman. Hêj nehe jî însan bi tirs nezîkî Misilmana dibin, bi şik û şubhe li Misilmana dinêrin.
Dewlet û hêzên tarî Fîdan jî, ji nav me hilgirtin û birin. Fîdan , Talayhan, Îzzettîn û bi hezeran Misilman... Lê nikarin fikr û ramanên wî ji me dûr bêxin. Riya wî vekirî ya bêhempa, li ser rastî û heqiyê êdî nayê girtin.
Her roj bi pêngavên binecih meş (rêveçûn) dewam dike!
Sekinîn tune, heta Xwedê nûra xwe temam dike, nûra Îslamê di jiyana me da cih dike, zulm û neheqî li ser rûyê erdê xilas dibe qet sekinîn tune. Emê bixwînin, binivîsin, teblîx bikin, li dijî zaliman li nik mezlûman bin. Emê di riya pêxember, siddîk û şehîdan da bin. Emê qenciyê emr bikin û ji xirabiyê jî nehy bikin. Eme hez bikin, merhamet bikin, înfak bikin, destê hev bigirin û kesên bi edalet bin...
Şehadeta wî pîroz be. Yezdanê dilavon bi xatirê xwe û xatirê vê şehadetê, bi destê Misilmana zulm û zordariyê li ser ruyê erdê xilas biketin. (Amîn)
VAN İNSAN DER / UFKUMUZ.COM
  • Yorumlar 1
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Diğer Haberler
    Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
    Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr