• BIST 107.202
  • Altın 145,420
  • Dolar 3,5161
  • Euro 4,1312
  • İstanbul 24 °C
  • Adıyaman 19 °C
  • Ankara 21 °C

Siyabend û Xecê

Siyabend û Xecê
Beşe Yekemîn

        

                Bihar hatibû. Berf diheliya. Dinya ji xewê radibû. Bêhna bihuştê diket nav mêrg û çîmenan. Deşt û zozan bi gul û sosinan dihatin xemilandin. Gundê Silîvanê bi soriyê qerqaş, bi kilamê zehf xweş bû.

        Qîzên bedew, xortên çeleng û hemû gundî ji dest germa deştê ji berbanga sibê hetanî êvarê bi xeberdan û kilaman diçûn çiyê. Berê xwe didan rêya Sîpanê.

         Komê li cihekê vêsa xwe girt. Dayika Kurd hevîrê xwe strand, sêlê xwe sor kir û şîvê xwe amade kir. Şevê li wir ketin xew. Piştî vê koçervan ji xewa şîrîn zû rabûn û xatirê xwe ji zozanan xwestin.

         Piştî çûna wan pîrekek belengaz hat xuya. Pîra belengaz hatibû parsê. Pîrê ji nişka ve dengek bihîst. Girîna zarokekî dihat. Pîrê ji guhê xwe qet bawer nekir û got:

-          Guhê min sist in, qajîna teyra min tirê zar e.

         Pîr dîsa gerîya. Dengê girî dûr ve ducar kir. Pîrê xwe nêzikî deng kir. Di nav pêçekekê de pitikek dît. Ew xortikek nolî sêva sor bû. Pîrê dest û lîngê wî ji pêçekê azad kir. Ew hembêz kir, sûretê sor paç kir û tev xwe bir.

         Bextê pîrê wexta sexirtiyê, hejariyê xerab bûbû. Mêrê wê kuştibûn. Ew bêkes, ber derîyê xelkê birçî û tî mabû. Bê kur û qîz û timî birçî bû. Ji ber vê yekê gava ku pîrê ew zaroka dît dilê xwe şa bû, bextewar bû. Heman jê re bi dilê xwe kincek dirût û jê re kilama kurî got:

          “Lorî lawo, topraxa egîta / Lorî lawo, tu bibe zor mêrxasê cimaeta / Deşta Silîvê wê bi çayir e / Tu mezin be nolî fêrze / Lawê xortek mezin be, çawa egît.     … Lorî lawo, lawê min kurîn e / Êla me wê bistrîne / Ezê navê lawê xwe daynim / Siyabendê Sileviye.”

         Pîrê bi vî awayî nav da wî zarokî. Navê wî êdî “Siyabend” bû.

         Siyabend di bin destê pîra dilovan de zû mezin bû. Ji nav zorokên çaxê xwe re berbiçav bû. Çaxê Siyabend bû deh salî bi hevalên xwe re qîrên kir. Her roj serê yekî şikand. Cînarên xwe hatin ba dayika wî û gazince xwe lê kirin.

         Dayika xwe bi Siyabend re peyivî û şîret lê kir. Lê belê dayika xwe fehm kir ku Siyabend bêmaf nine. Ew himber bêmafîyê û zalimiyê disekiniye.

         Siyabend roj bir rojmezin dibû. Bû xortekî egît. Her kesî re alikarî dikir. Li kêleka kal û pîra çîrok guhdarî dikir. Hînî gilî û gotina, beyt û kilama dibû.

         Siyabend rojekê dereng vegeriya malê. Dît ku serê dayê berda ye. Westiya bû. Ji ber ku karê xelkê bike westiya bû. Berxwe ket. Siyabend ji bo xebatiyê destûr ji dayika xwe xwest. Dayikê destûr dayê û jê re dua kir.

         Piştî vê Siyabend bi rê ket. Ber bi êla Ehmed Axa de çû.  Gava ku çû cem Ehmed Axa wî jê re got:

-          Bêje kurê min! Çima tu hatî welatê me? Xwestin û xizmeta te çiye?

         Siyabend got:

-          Ez saxiya te dixwazim axayê minî delal. Li welatê me derbarê te de giliyê zelal dibêjin. Ez ji cihekî dûr hatime. Bilî dayika min ezîz kesekî min tine. Min qirar kir ku ez bibim êla te.

         Ehmed Axa Siyabend ceriband. Ka ew çawa dixebite, ajalan çi cureyî xwedî dike, bi çi çavî milkê wî û hebûnê wî dinêre? Di dawiyê de ew kifş kir û kir serekbaşiya hespan.

         Hê sala Siyabend temam nebûbû gilî û paşgotiniya nehesiya bû. Rojekê dît ku kom bûne. Bi tirseke mezin di nav xwe de dikine piste pist. Dema ku Siyabend nêzikî wan dibe dizivirin û tiştekî din dibêjin.

         Ew çû cem şivên. Gazî wan kir û got:

-          Şerm nine ku hûn giliyê xwe ji min vedişêrin?

Şivanê dinê dîtî ji ber ku ji roja pêşin de Siyabend zehf nas kiribû dest bi axaftina xwe kir:

-          Siyabend, delalê min! Gelek sal berî, mîrê Ereba êrîşî ser me kir. Wan keriyê mih û berxa birin. Zarok kuştin, qîz û bûk xwe re birin. Niha jî ew zehfkara dişîne û xerac dixwaze. Mala me xirab dike. Kî dikare pêşberê wî derê? Yê ku diaxife zimanê wî jê dike. Niha zordar hidûdê derbas bûye û têye.

Wexta ku Siyabend ew bihist gotina dayika xwe hat bîrê:

          “Komekê bide feqîr-fiqara êlê / Şêr dimre, çerm dimîne / Mêr dimre, nav dimîne / Dunyayê da mêranî dimîne.”

Siyabend nesekinî, hespekî siyar bû û çû cem Ehmed Axa. Ehmed Axa jê re got:

-          Îro çi qewimiya xortê delal? Kê tu bêhurmet kirî?

Siyabend bala xwe da êlbaşiyê kal û got:

-          Bibexşîne Ehmed Axa! Bi îzna te ez hatime vira. Min ji çiyê û ji xorta bihist ku dujminê êla te hatiye van dera. Ew dê xûnê birjîne û talanê bike. Ez difikirim, çawa bazirgan sedema giliyaye û ez dê wî bikûjim.

Piştî vê qirar girtin ku Siyabend bi çek û sîleh bişînin.

Bi vî awayî Siyabend ber Ehmed Axa rawestiya, serê xwe nizm kir û destê wî ramûsa. Xatir xwest û hespê xwe siyar bû û çû. Siyabend gihîşt kaniya Nezruwanê. Dizgîna hespê xwe şê kişand, da sekinand. Ji hespê peya bû. Ava kaniya Nezruwaniya sar vexwar. Wî çaxî herefbaşî ew dît û got:

-          Here binêre. Ew çi merîye, li ser kaniyê wisa bêtirs sekiniye? Dibe ku wekîlê Ehmed Axa ye. Xerc û xeracê êlê zû me re aniye. Yan jî rêwîk e. Wê çaxê derbeka giran nav çava xîne. Hespê jê bistîne û zû min re bîne.

Komekdarê wî çûn cem Siyabend û jê re got:

Li ser kaniya Nezruwanê îzna tu kesî tune ku bisekine. Ez dê niha guhê te vira bibirim.

Siyabend dibêje:

-          Hey siyaro, ez Siyabendê Silîvî me. Lê Ehmed Axa xerc hindik şandiye. Min xerc boy we anî.

Siyabend wê deqeyê siyar nîzik xwe dike û jor de tîne xwarê. Poz û bêvila wî di xûn de dihêle û paşê dibêje:

-          Here, kê tu şandiye bila ew bixwe bê ser kaniya Nezruwanê. Bila nîvê xercê mayî bi qewl û nîşanî bistîne.

Komekdar di nav xûna licimî de ancax li hespê siyar bû. Hesp ajot, nezîkî çadirê bû. Çaxê Herafbaşî wî dibîne dilê xwe dilerize. Herefbaşî heya niha tiştekî wisa ecêb nedîtibû. Hêrsa Herafbaşî rabû û çek hilda, li hespê siyar bû. Ber bi Siyabend ajot. Siyabend jî hespê şê tîmar kir û ajot.

Di wê gavê de şerekê giran çêbû. Te digot qey du çiya diketin hevdû. Bin wana de erd dihejiya. Lê Siyabend wê demê pê qema giran serê wî pekand. Piştî vê Siyabend serê Herefbaşî Ehmed Axa re pêşkeş kir.

Ji ber vê yekê qîzikê cahêl kilama dibêjin, xort cirîd dilîzin, temamiya cimaeta êlê bi def û zirneya şahiyekê dardixin.

Xorta, qîza, cahêla wisa gazî dikir:

Siyabend em ji Herefbaşî azad kirin. Em ji xerc û xeracên zulmkaran xelas kirin. Egîtê me serê dujmîn jê kîr û anî vir.

Êlebaşiyê êlê Ehmed Axa ber bi Siyabend çû. Siyabend hembêz kir û paç kir. Ji wê rojê şunda Siyabend bû egîtê wan.

Sal bi xêrî û şayî derbas bûn. Dayika xwe ket bîra Siyabend. Rojekê çû cem Ehmed Axa û got:

-          Du sal e ez ji dîya xwe dûr ketime. Îznê bide min, ez herim dîya xwe bibînim.

Ehmed Axa Siyabend bi qelbî hembêz kir û bi dilekê ne zelal got:

-          Here, te re oxir be kurê min! Tu çiqas mêrxas î û bê tirs î, hewqasî bi rehm û şîr helal î. Ez nikarim îznê te nedim.

Piştî vê gotinê Ehmedê êlbaşî bi hezar tûlê nanê lexaşî xurca Siyabend tijî kir û gîrê da. Eniya wî paç kir û ew rê kir.

Siyabend hespê şê siyar bû û kete rê. Gele çû hindik çû. Çiya re çû, geliya re derbas bû. Gele çemê kûr, gele çol û çolistan derbas bû. Dûr ve konek dît. Çaxê Siyabend xwe pê re gihand, derê kon vebû, jê qîzek derket. Çaxê Siyabend keçik dît, lal bû. Piştî vê Siyabend got:

-          Selam ji te re qîza bedew!

Xecê got:

-          Selam ji te re hey xortê delal!

Siyabend:

-          Hêy qîza qenc, ezî rêwî me.

Xecê:

-          Mêvan, mêvanê Xwedê ye xortê rêwî. Kerem ke were rûne.

Siyabend:

-          Navê te çiye gogerçîna min. Tu çima li ser rêya min sekinî?

Xecê:

-          Ez bermaliya, xwişka heft bira me xortê rêwî! Hey kura delal, navê min Xeca Zêrîn e. Qeziya ku ser mi de hatiye bila tu kes nebîne.

Siyabend:

-          Hey xwişka heft birayê navdar! Ew çi qeziya ye li serê te qewimiye.

Xecê:

-          Kerem ke, were konê. Navê xwe ji min re bêje. Ew ne eyb e.

Siyabend:

-          Navê min Siyabendê Silîvî ye. Heta ez derdê te nizanibim lê ez nikarim rihet bim.

Xecê:

-          Guhdar bike, ez dê ji te re rastiyê eyan bikim. Wextekî em êla Ereban nediman, roja bûyina min, mîrê Ereban hatibû mêvaniya bavê min. Wî di nav pêçekê de ez dîtîm. Bi hukma delkê ez xwest im. Heye kurê wî negehiştî bû. Wekî ez mezin bibim, jê re bibime dergistî. Di wê gavê de bavê min qayiliya xwe da û ez dê bibime bûka mîrê Ereba. Piştî vê di nav Ereb û Osmaniya de şerekî giran qewimî. Bona azadiya kurê mîrê Ereba, bavê min rehmetî emrê xwe da. Paşî wê yekê heft birayên min nexwestin ez bibim bûka wan. Rastî bêjim, min ji kurê mîrê Ereba hez nedikir. Çaxê ku mîrê Ereba mêr şandin, birê minê ezîz ez nedam wan. Ji bo wê yekê mîr gelek hêrs ket. Wê rojê vir de pey me ket. Bona wê yekê birayên min destê min girtin û ez anîm vira. Niha birayên min mîrê Ereb re şer dikin. Ez haj wan tun eme, nizanim halê wan çi ye.

Siyabend:

-          Xeca nazik û delal, bêje, birayên te kîjan alî de çûn?

Xecê:

-          Wan berê xwe dan vî çiyayê han.

Siyabend:

-          Xatirê te, Xeca bedew!

Xecê:

-          Siyabend, bêceger, tu ku de diçî? Axir tu min çawa tenê dihêlî.

Siyabend û Xecê ji nişka ve bi hev re ker bûn. Li hev nihêrîn, ji hev fehm kirin: Hev hez dikirin.

Paşê Siyabend bi dengê şîrîn got:

-          Xeca mina bi qîmet! Tu cara gumana xwe nebire. Em dê hevdû bibînin.

Siyabend li Xecê dûr ket. Ji ber ku birayên Xecê ji wî re nebêjin tirsonek hespa xwe ajot ser wan û silav da wan. Ji hespê peya bû, çû aliyê birayên Xeca Zerîn û got:

-          Ji min nexeydin, ez mêrekî xerîb im. We tu car ez nedîtime. Ez hatim vira, min silav da we. Lê mîr silava min hilneda. Li min nenihêrî û ez bêhurmet kirim. Çend rojin hûn şer dikin. Îznê bidin ez îro pêşiyê cerdê şer bikim.

Birayên Xecê dîtin ku Siyabend destpêyî ye, îzna Siyabend dan. Siyabend wê lehzê hespê xwe siyar bû. Êriş kir ser cerda mîrê mezin. Siyabend pêşiya cerda mîr gerand, pêşî li ser paşiyê de vegerand. Dengê nalînên dijminan derdiket ezmana. Siyabend bala xwe da bindestiyê mîrê Ereba û got:

-          Mîr hûn xapandine anîne erdê Kurda. Ji şerê mîra kî dîtiye kar? Hûn çima ji bo kara mîra xwe dikin şerê qîr û sîra? Bila hişê we li serê we be.

Piştî vê gotinê Siyabend ew azad kirin. Ew gelek şa bûn û razîbûna xwe dan Siyabend. Birayên Xecê nezîkî Siyabend bûn û ew pîroz kirin. Çavê wî ramusan û birayê mezin ji Siyabend pirsî:

-          Em ji te zehf razî ne. Birê nenas, navê te bixêr?

Siyabend:

-          Navê mîn Siyabendê Silîvî ye.

Birayê mezin:

-          Ez gilîkî bêjim. Siyabend, em heft bira ne. Tu jî bibe birayê meyê heşta. Tu bi giliyê min gelo razî yî?

Siyabend:

-          Belê, ez bi giliyê te razî me. Ez qebûl dikim giliyê we şêra.

Birayê mezin:

-          Birayê me qîmet. Me te re nekiriye tu hurmet. Divê tu hefteyekê bibe mêvanê me.

         Siyabend razîbûna xwe da. Dê hefteyekê bibe mêvanê wan. Gava ku nezîkî konê Xecê dibûn dilê Siyabend davêt û şa dibû.

         Lê Xecê xwarin amade nekirîbû. Ew ji ber derî sekinî bû. Hêviya hatina birayên xwe bû. Dema ku birayên wê hatin ber derî û birayê mezin got:

-          Me ji xwe re birayek teze aniye. Binêre gelo begen dikî?

Xecê:

-          Birayê we mêvanekî qîmet e. Çawa Xeca te wî mêvanî qebûl neke? Bila kerem ke, bê malê rûne.

Piştî vê gotinê zû ji kon derket.  Ji berk u Xecê heşt balgî rêz kiribûn birayê mezin fehm kir ku wê hêviya yekî din dikir. Lê kiye ew, Siyabend an yekî din? Birayê mezin dilê xwe de qirar girt ku ew derheqa wê yekê de tiştekî nebêje. Lê dê bala xwe bide Xecê.

Mêvan û birayên Xecê hatin hundir rûniştin, xwarin, vexwarin, pala xwe dan balgiya nerm. Êdî nêzîkiya nîvê şevê Xecê di kon de tenê hişyar mabû. Destê xwe dabû ber eniya xwe û kilama dilketiya distra:

           “Eman eman eman / Eman, eman, lawiko de can / Lawiko qurban, ne li vir im / Ne li wê me, te viya tevî bê me / Ez gul im, gu ka van bihara / Seva xelqê, nolanî stirîne me’ra / Seba lawikê xwe, nolanî karbara / Eman, eman eman eman / Eman, eman, eman lawiko de can / Lawiko qurban de min go / Rênga dila neçe dila.”

Denga wê kilamê Siyabend ji xewa şîrîn hişyar bû. Gelek hêdî rabû. Kesek pê nehesiyabû. Guhê xwe dabû ser kilama Xeca xwe.

Berbanga sibê heft bira rabûn, derketin derdora Siyabend. Birayê mezin ji wî pirsî:

-          Birayê mey bi qîmet. Çi bûye, çi te qewimiye?

Siyabend:

-          Na, na, birayê minê şîrîn. Ez silamet im.

Birayê mezin:

-          Lê tu çima berbanga sibê de rabûyî û ser vî kevirî rûniştî.

Siyabend:

-          Sibê safî nebûbû. Ez ji xewê rabûm. Ez hatim vira ku rohilata dinyayê binêrim.

Birayê mezin:

-          Hergî ûsa ne, birayê Siyabend. Xecê hêviya me sekiniye, kerem ke em herin.

         Xecê dîsa kilamek got. Birayê Xecê yê mezin fehm kir ku Xecê û Siyabend ji hev hez dikin. Gazî Xecê kir, Siyabend re xeber da. Wê demê hemû pê ve eyan bû. Gazî birayên xwe kir û derheqa wê yekê de got:

-          Siyabend û Xecê ji hev hez dikin. Hûn çi dibêjin, niyeta we çi ye.

Birê ortê Tihar bi dengekî nimiz got:

-          Em qet nizanin Siyabend kî ye. Rast e ew mêr e û mêrekî zehf merd e. Lê gelo ma hebûna wî û cihê wî heye? Lê gelo xwişka me here maleke birçî? Li aliyê din ku mîrê Ereba bibihîze dê bibe dijminê me.

Birayê herî biçûk Qereman got:

-          Mîrê Ereba tu cara nikare tiştekî bike. Qet nikare zirarê bide me. Em wî çaxî heft bira bûn, heft mêr bûn. Lê niha em heşt bira ne, heşt şêr in. Kes bi zorê Xecê nastîne. Ew layîqê me ye. Bibexşînin, min gelek xeber da. Lê hûn bizanibin ez çûkê we me. Lê aqil ne çûktiyê, ne mezintiyê de ye.

Birayê mezin:

-          Na, na, birayê delal. Te rind xeber da, fikra te zelal e. Em ji bo xwişka xwe ji Siyabend çêtir kesekî nabînin.

Rengê xecê hate cihê xwe. Çavê wê yê reş-belek gul dan. Siyabend jî ji wê yekê şunda bû bilbil. Du şev û roja kêf kirin, nîşan pê ve kirin. Roja sisîya Siyabend ji birayên Xecê re got:

-          Heke hûn îzna min bidin ez dê herim malê. Kincê layiqê Xecê bidim amadekirin. Karê da’wetê bidime kirinê. Çend roja de ez dê vegerim. Ez dê Xecê bibim cem dayika xwe. Bila ew jî Xecê bibîne. Çavê wê tijî be, dilê wê şa be.

Berken Esel / Kahta Diyalog

  • Yorumlar 1
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Diğer Haberler
    Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
    Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr