• BIST 101.892
  • Altın 190,254
  • Dolar 4,6043
  • Euro 5,3842
  • İstanbul 19 °C
  • Adıyaman 22 °C
  • Ankara 19 °C

Titûna Adiyemanê Bi Keda Milê Qîz Û Jinan Tê Amadekirin

Titûna Adiyemanê Bi Keda Milê Qîz Û Jinan Tê Amadekirin
Jinên li gundên Adiyamanê li malên xwe kevanî û li nav zeviyên titûnê jî paletiyê dikin.

Jinên ku li gundên Adiyamanê dijîn ji bo debara mala xwe li zeviyên titûnê paletiyê dikin.

Jin û qîzên ku ji Yenîce û Çemberlîtaşa gundên ser navenda bajêr in, bi bi berbanga serê sibehê derdikevin rê û berê xwe didin zeviyên titûnê.

Rojekê 50 lire pere qezenc dikin û bi wî pereyî jî piştgiriyê didin debara mala xwe. Jinên ku bi roj li zeviyên titûnê paletiyê dikin wextê tên malê jî karên wan naqede û vê carê jî dest bi kevanîtiya malê dikin.

Ji gundê Yenîceyê Şerîfe Erenê got ku ew serê sibehê zû radibin û diçin nav zeviyê û bi armanca ku piştgiriyê bidin debara mala xwe paletiyê dikin û wiha pê da çû: "Em serê sibehê zû radibin û şitlên li baxçe hatine danîn, radikin û tijî sandoqan dikin. Paşê tên mala xwe taştê dixwin û paşê berê xwe didin nav zeviyê. Li wir jî dest bi danîna şitlên titûnê dikin. Ev kar heta êvarê wiha dewam dike."

Erenê destnîşan kir ku ji serê sibehê heta êvarê ew ji bo 50 lire pereyî dixebitin û ji ber ku li gund karekî din ê pê debara xwe bikin tuneye mecburî paletiyê dikin.

  • Yorumlar 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr