• BIST 96.455
  • Altın 222,861
  • Dolar 5,6626
  • Euro 6,5275
  • İstanbul 16 °C
  • Adıyaman 13 °C
  • Ankara 6 °C

XWEDIYÊN BEHÎVAN BI BÊDERA ÎSAL KÊFXWEŞ IN

XWEDIYÊN BEHÎVAN BI BÊDERA ÎSAL KÊFXWEŞ IN
Cotkarên Kolika Semsûrê îsal jî di meha Tebaxê de behîvên xwe çinîyan.

Xwediyên behîvan gotin, darên me îsal pir rind girtin. Serokê Yekitiya Veberhênerên Behîvan Mehmet Sena Yıldırım got, Tirkîye her sal bi 150 milyon dolarî behîvan dikire, em jî behîvan diçînin da ku ew pere were welatê me.

Serokê Yekitîya Veberhênerên Behîvan Mehmet Sena Yıldırım li ser bêdera behîvan xeber da, wirga got: "Sala çûnî cotkarên Semsûrî 4 hezar ton behîv rakirin. Îsal jî em ê nêzîkî 10 hezar tonan rakin. Seba ku dolar erzan be, hewce dike tiştên ku meriv bi dolaran bikire, bi xwe bigihîne." Mehmet Sena Yıldırım wiha dewam kir: "Me li Kolikê dest pê kir, em behîvên xwe diçinin. Em li bendê ne ku îsal behîv zêdetir bin. Em pê kêfxweş in. Bi xêra behîvan ekonomîya Kolikê û Semsûrê jî çêtir dibe. Dolar biha bû. Heger her kes dolarên xwe bifroşe belkî hindikê erzan bibe. Lê ya rind ew e, tiştên ku meriv bi dolaran bikire, merîya bi xwe çêke. Em vê xebatê bi behîvan dikin. Ferz e em bi ser kevin. Ji bo vê em li ber xwe didin. Niha li Kolikê ji 30 hezar dekarî zêdetir baxçeyên behîvan hene. Em dibên li qeza me îsal em ê 5 hezar ton behîv rakin. Tirkîye her sal bi 150 milyon dolarî behîvan dikire. Em ê bikin ku ew pere têkeve destê cotkarên me.

Xeber: Hüseyin TÜRKOĞLU

badem-(8)-002.jpgbadem-(6).jpgbadem-(3)-002.jpg

  • Yorumlar 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr