• BIST 90.182
  • Altın 147,216
  • Dolar 3,6478
  • Euro 3,9515
  • Adıyaman 8 °C
  • İstanbul 10 °C
  • Ankara -1 °C

Ziman û Îman

Evdî Hesqera

Teze rabim gazincan ji kê bikim?

Ji alime ku deh û du ilman zane lê li ser zimanê bav û kalen xwe du gotinan nake?

Ji xoceyê k udi xutbeyê de qala heqê meriyan filan û bêvan dike lê heqê zimên bi bîrê nakeve?

Ji Misilmanê ku heqê Fîlîstînê mîna ferzên nimêjê ji dêv kêm nabin lê rojekê napirse çima zimanê diya min ne di devê torinên min de ye?

Ji xortê ku hesabê her tiştî dike lê zimanê diya xwe nake xem?

Ji keçka ku dixwaze mîna jinên televizyonê asortîk bibe û loma fedî dike bi Kurmancî xeber de?

Ji kal û pîrên ku bi Tirkiyeke pêkenok û komik û şaş xwe dide kuştin seba bi zarokan re bipeyîve?

Ji dewleta ku zimên hîn jî wek mafekî qebûl nake û serî li ser me digerîne?

Lîste dirêj dibe diçe…

Lê ya xirab ew e ku asîmîlasyon jî dirêj dibe diçe. Kes bi zimanê xwe, zimanê bav û diya xwe razî nabe. Tirkî bi her kesî şîrîn bûye; eynî bûye şekirê Şamê… Televizyon bûye qesabê zimên. Mekteb bûye qesabê zimên. Millet bi xwe bûye qesabê zimên.

Niha gazincan ji kê bikim?

Ter gazinc bi oereyan jî nakin; lê tehn ê mêrkuj in…

Zimanê te ro bi ro tê jibîrkirin. Me go merheba!

Na welle, ne xema te ye. Bila zarokên te bi Tirkî xeber bidin, belkî dersen wan çêtir bibin û zû têkevin karekî; ne wirg e?

Tu tiştekî jibîr dikî; di axirzeman da parastina îmanê, mîna ku meriya di çengê xwe da êgir bigre ye, rast e?

Îro halê zimên ji wê çetintir bûye; mîna ku meriya êgir di deve xwe de bigre!

Îro axirzeman e.

Û îro ziman, îman e!

Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Kahta Beyan | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 416 725 90 91 Faks : Kahtabeyan@hotmail.com.tr